Saziya Me
Ji ber giringî û pêwîstiya zimanê kurdî, ku hebûna gelê Kurd bi hebûna wî ve girêdayî ye. Çend zimanhez, welatparêz û xemxurên zimanê kurdî li hev kirin ku saziyekê ji bo fêrkirin û parastina zimanê kurdî damezirînin.
Damezirandin
M. Kemal Hennan
Dr. Mihemed Ebdo Elî
M. Merwan Berekat
M. Mihemed Şêx Birîmce
M. Kemal Ebdalo
M. Kaziklî Kemal
M. Mihemed Qere Hesen
M. Nûşîn Bêcirmanî
M. Diljar Seyda
M. Osman Mihemed
Salih Osman
Ehmed bavê Omîd
Mustafa Elaş
M. Kemal Hennan
Dr. Mihemed Ebdo Elî
M. Merwan Berekat
M. Mihemed Şêx Birîmce
M. Kemal Ebdalo
M. Kaziklî Kemal
M. Mihemed Qere Hesen
M. Nûşîn Bêcirmanî
M. Diljar Seyda
M. Osman Mihemed
Salih Osman
Ehmed bavê Omîd
Mustafa Elaş
Di sala 2006an de li bajarê Helebê, sazî bi beşdarbûna 13 mamosteyên zimanperwer hate damezirandin. Piştî damezirandinê, şaxên saziyê li hemû deverên kurdnişîn û li bajarên din ên Sûriyê wek (Şam, Helebê) hatin damezirandin.
Şaxa Ewropayê
Piştî krîzeya Sûriyê û koçberkirina bi sed hezaran ji gelê me yê Rojavayê Kurdistanê berve Ewropayê, hin mamosteyên ku berê di saziyê de kar dikirin, xwestin ku karê xwe berdewam bikin û şaxeke saziyê li Ewropayê jî damezirînin. Li 06.07.2019an li bajarê Bochum, şaxa Almanyayê hate damezirandin. Di 19.08.2023an de jî li bajarê Bremen navê wê hate guhertin bû “Şaxa Ewropayê”.
Xebat û Fêrkirin
Li hemû deverên ku şaxên saziyê hene, kar li ser fêrkirin û parastina zimanê kurdî bi hez û xebat tê kirin. Bi hezaran xwendekar ji sê astên xwendinê derçûn û fêrnameyên xwe wergirtin. Alfabeya mamoste Mihemed Emîn Bozarslan hate bikaranîn û çend pirtûkên fêrkirinê hatin çap kirin û belav kirin.
Pirtûk
Zimanê Kurdî Fêr Dibim
M. Merwan Berekat (çapkirî & PDF)
Rêzimana Kurdî
Endez. Memê Alan, Dr. Mihemed Ebdo Elî, Kamîran Bêkes (niha nayê bikaranîn)
Nasîna Zimanê Kurdî
Dr. Mihemed Ebdo Elî (çapkirî & PDF)
Ji Bingehên Rêzimana Kurdî
Dr. Mihemed Ebdo Elî (çapkirî & PDF)
Bingehên Fêrkirina Rêzimana Zimanê Kurdî, ji bo Qonaxa 1em
M. Dilovanê Deştê
Zimanê Kurdî Fêr Dibim
M. Merwan Berekat (çapkirî & PDF)
Rêzimana Kurdî
Endez. Memê Alan, Dr. Mihemed Ebdo Elî, Kamîran Bêkes (niha nayê bikaranîn)
Nasîna Zimanê Kurdî
Dr. Mihemed Ebdo Elî (çapkirî & PDF)
Ji Bingehên Rêzimana Kurdî
Dr. Mihemed Ebdo Elî (çapkirî & PDF)
Bingehên Fêrkirina Rêzimana Zimanê Kurdî, ji bo Qonaxa 1em
M. Dilovanê Deştê
Armancên Me
- Piştgiriya axaftin û peywendiya bi zimanê dayikê
- Hezikirina zimanê kurdî bi hemû pêkhateyên civaka Kurd, nemaze jî nifşa nû
- Fêrkirin û xwendin bi zimanê kurdî, ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî, li hemî deverên kurdnişîn û deverên din ên ku Kurd lê dijîn
- Hewildan bo fermîkirina zimanê kurdî li diyaspora û dibistanan
